Em pirtûkên ji bo zarokan diweşînin lê helbet mezin jî dikarin ji van pirtûkan sûdê bigirin.
Mebesta me ji pirtûkên baş û xweş çi ye? Pirtûkên zarokan divê bi çavên zarokan li dinyayê binêre. Dema zarok lê binêrin an bixwînin, divê ew jê aciz nebin, lê belê asoya xeyalên wan berfirehtir bibe. Ne tenê ziman lê her wisa divê rengê xêzan, mezinahî û dirêjiya nivîsan û mijar li gorî temenê zarokan be. Da ku ew bêyî ravekirinê jê fam bikin. Zarok ji pirtûkan tiştên baş hîn nabin, pirtûk bibêjin çi, zarok wî hîn dibin ango eger weşanxane di derbarê peyamên pirtûkê de baldar nîn be, dibe ku zarok jê hînî tiştên şaş bibin. Zimanê nivisê û zimanê xêzan bixwe hene û ev ziman di ber çîrokê de hin tiştan ji zarokan ra dibêjin. Dibe ku ev cihêperestiya zayendan be, ya neteweyan be, ya rengê laş be û hwd… Divê pirtûkeke baş û xweş xwe ji van şaşiyan an nezaniyan xilas kiribe.
Gelek pirtûkên ji bo zarokên beriya dibistanê bi zimanên dinê hatine nivîsîn. Wergera hinek ji van pirtûkan hatiye kirin û bêguman hinekên din niha tên wergerandin lê belê hinekên, ku me ji bo wergera Kurmancî çavê xwe li wan biriye jî hene. Wekî armanca sêyemîn em dikarin behsa wergera pirtûkên zarokan ji zimanekî biyanî ji bo zimanê Kurmancî bikin.
Her wiha pirtûkên me pirzimanî ne û zimanê bingehîn her Kurdî ye.
Bi hêviya ku rêwîtiyeke dûvedirêj be. Kûsî carê biweste jî, hêdî bimeşe jî, ew ê tu carî nesekine.